WSJ: Trump dixwaza aboriya Îranê bifetisîne, lewma dorpêçeke demdirêj tercîh dike

Li gorî Wall Street Journal (WSJ) Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ji bo fetisandina aboriya Îranê dorpêçeke demdirêj tercîh dike.

Li gorî nûçeya Wall Street Journal ku agahiyên xwe dispêre rayedarên DYE'yî, Donald Trump ji fetisandina aboriya Îranê û mecbûrhiştina destberdana ji bernameya nukleerî, ji şêwirmendên xwe xwest ku dorpêçeke demdirêj a li ser Îranê amade bikin.

Di civînê dawî de li şûna jinûve destpêkirina êrişên hewayî ku bêhtir bi rîsk e, Qesra Spî dorpêça deryayî ya li hemberî bazirganiya petrolê ya îranê tercîh kiriye.

Lê belê li gorî pisporan ev stratejî qonaxeke nû ya têkoşîna hêzê jî be zextê li ser aboriya cîhanê dike, buhayê enerjiyê zêde dike û bi nêzîkbûna hilbijartinên dema navberê re ji aliyê siyasî ve Trump lawaz dike.

Li gorî Washingtonê, pêkanînan û dorpêçê aboriya Îranê bi rengekî cidî lawaz kiriye û hiştiye ku rejîm jinûve têkiliyê dîne.

Lê belê danûstandin di rewşeke xitimandî de ye; DYE bi dewamî dixwaze ku bernameya nukleerî ya Îranê bi temamî ji holê bê rakirin.

TRUMP: ÊDÎ ZILAMÊ BAŞ NÎNE!

Serokê DYE'yê Donald Trump li ser platforma xwe ya medya dîjîtal Truth Socialê wêneyekî xwe parve kir ku li ber cihekî ji bombardûmanê wêran bûye, di dest de çek û li ber çav jî berçavka pîlot heye.

Trump got, "Îran nikare xwe komî ser hev bike. Nizanin bê wê çawa peymanê mohr bikin. Eger zû bi ser xwe ve bê wê baş be."

Trump li ser vî wêneyê ku bi hişê çêkirî hate amadekirin jî nivîsa "No more Mr. nice guy!" (Êdî zilamê baş nîne) nivîsî.

ÎRAN: REWŞA ŞER DEWAM DIKE

Tûggeneral ê Îranî Ekremî-Nîa jî ji ajansa nûçeyan a Îranê re got, "Em nahesibînin ku şer bi dawî bûye."

Rayedar her wiha got, "Me alav û amûrên xwe hilberand, nû kir. Ji ber vê jî ji bo me rewşa şer hîn jî dewam dike."